11 February 2024 - 13:05
Wêrankirina "Mala Çapemeniyê" ya Xezeyê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve

Artêşa rejîmê Siyonîstan di dema êrîşên xwe yên li ser Filistîniyan da li Xezeyê avahiya çapemeniyê wêran kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Ehlê Beytê (s.x) - Abna - Rejîma Siyonîst di dema êrîşan de avahiya serbixwe ya girêdayî mala çapemeniyê li rojavaya bajarê Xezeyê wêran kir. Hilweşandina avahiya vê saziya medyayî di demekê de pêk hat ku artêşa siyonîst li zîvala Xezeyê êrişên rasterast li ser rojnamevan û çalakvanên medyayê didomîne.

Saziyên mafên mirovan ên navxwe û navneteweyî diyar kirin ku armanca siyonîstan ji hedefgirtina saziyên çapemeniyê û rojnamegeran derxistina çîrokên filistînî ji şerê Xezeyê ye.

Xeze Press House rêxistineke medyayî ya serbixwe û neqezenc e li bajêr ku di sala 2013an de li ser însiyatîfa komek rojnamevanên serbixwe bi mebesta pêşvebirina azadiya raman û derbirînê û piştgirîkirina medyaya serbixwe û parastina qanûnî ji rojnamevanan re li Filistînê hate damezrandin. .

Pêştir jî di Mijdara sala borî de, artêşa Siyonîst Bîlal Cedillah, rêveberê Saziya Çapemeniyê, li dema bombebarana rasterast a otomobîla wî li bajarê Xezeyê şehîd kiribû.

Li gorî daneyên Ofîsa Ragihandinê ya Dewletê ya li Xezeyê, ji destpêka şerê Îsraîlê di 7ê Cotmehê de, vê rejîmê nêzî 124 nûçegihan, rojnamevan û çalakvanên medyayê li zîvala Xezeyê şehîd kirine.

Li gorî van amaran, hejmara rojnamevanên ku di êrîşên berdewam ên Rejîma Siyonîst ser Xezeyê de mirine, ji hejmara rojnamevanên ku di salên 2021 û 2022`an de li cîhanê hatine kuştin, zêdetir bûye.

Êrîşên Rejîma Siyonîstî li navçeyên curbicur ên Xezeyê berdewam in, di demekê de ku li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, ji destpêka şer heta niha zêdetir ji 28 hezar filistînî ji aliyê Rejîma Siyonîst ve şehîd bûne û %85 ji xelkê Xezeyê şehîd bûne. ji ber êrîşên vê rejîmê koçber bûne.